PeyamaKurd – Li Wanê careke din meş, çalakî û xwepêşandan, 15 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgeha Wanê berî ku qedexe bi dawî bibe, careke din qedexe dirêj kir. Li parêzgehê, qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyan careke din heta 15 rojên din hat dirêjkirin.
Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, li tevahiya parêzgehê hemû çalakî, meş û xwepêşandan ji 30ê Kanûna 2021ê heta 13ê Çileya 2022an hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku “bi armanca parastina ewlekariya can û malê welatiyan, jinavbirina planên rêxistinên terorê, parastina ewlekariya millî û tendirûstiya giştî, parastina asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêgirtin li her bûyereke din biryara qedexeya xwepêşandan û çalakiyên wiha hatiye dayîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin