PeyamaKurd - Li navçeya Berdereş a parêzgeha Duhokê di encama şerê 2 malbatan de, kesek hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Rêveberiya Polîsê Duhokê ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand, li navenda navçeya Berdereş şer di navbera 2 malbatan de rû daye û di encamê de kesek hatiye kuştin û kesek jî hatiye birîndarkirin.
Rêveberiya Polîsê Duhokê eşkere kir ku ji ber şer tîmên wan çûne cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin