PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ragihand ku her malbateke pêwîstiya zarokê wan ji bo tedawiya li derveyî welat hebe, zarokê wan dê li derveyî welat werin tedawîkirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi daxuyaniyekê eşkere kir, her zarokekî nexweş, ku li jêr 12 salî bin, bi hemahengiya rêxistineke Almanî, ji bo tedawiya zarokên nexweş alîkarî dê were kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, zarokên nexweş ku divê li derveyî welat tedawî bibin û rewşa darayî ya malbata wan xirab e, yan jî lêçûna neştergeriya li nav Kurdistanê gelek be, dê ji bo tedawiyê ji bo derveyî welat werin şandin.
BCFê diyar kir, ji roja pêncşemê 06/01/2022 heta roja 13/01/2022yan dikarin dosyeya nexweşên xwe bişînin e-maila medical.team@bcf.krd an jî di vê dema diyarkirî de serdana dezgehê bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin