PeyamaKurd – Ajansa dewletê ya Belarûsê ragihand ku serokkomarê Belarûsê Aleksandr Lukaşenko bi telefonê bi serokkomarê berê yê Kazakistanê Nûrsultan Nazarbayev re axifiye. Lukaşenko ragihandiye ku bi Nazarbayev re li ser bûyerên Kazakistanê bi hûrahî axifiye lê di derbarê detayan de agahî nedaye.
Nazarbayev di sala 2019 an de ji serokkomariyê veqetiyabû û bûbû serokê konseya ewlehiyê ya Kazakistanê. Piştî tevlihevbûna Kazakistanê serokkomar Tokayev ragihandibû ku serokatiya konseyê êdî wê ew bike.
Agahî hene ku Nazarbayev welatê xwe terk kiriye lê kes nizane niha li ku derê ye. Çarşema borî li bajarê Taldikorganê xwepêşandêr peykerê Nazarbayev roxandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin