Li Amerîkayê pistî 39 salan enflasyona herî bilind hat eskere kirin

Li Amerîkayê pistî 39 salan enflasyona herî bilind hat eskere kirin

PeyamaKurd – Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) rêjeya enflasyonê (bihayiya giştî) ya meha Kanûnê eşkere kir û ragihand, heger pêwîst bike ew dê di demên pêş de faîzê jî zêde bikin.

Li gorî amarên hatine belavkirin, li Amerîkayê piştî 39 salan cara yekem rêjeya enflasyonê derketiye ser 7%î ku meha Mijdara 2021ê jî ew rêje 6,8%î bû.

Serokê FEDê Jerome Powel ragihand, “Heger enflasyon ji texmînên me zêdetir bilind bibe, pêwîste em faîzê zêde bikin.”

Hêjayî gotinê ye, ji sala 1982yan ve cara yekem e ku li Amerîkayê rêjeya enflasyonê ewqas bilind derdikeve ku FED vê yekê bi pandemiya koronayê ve girê dide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin