Sandên Rûsya û NATOyê li Brukselê garantiyên ewlehiyê gotûbêj dikin

Sandên Rûsya û NATOyê li Brukselê garantiyên ewlehiyê gotûbêj dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Çarşemê şandeke Rûsyayê li Brukselê ligel şanda NATOyê dicive.

Li gorî ragihandina medya rûsî, wê di civînê de pêşniyarên Rûsyayê yên li ser garantiyên ewlehiya bo Ewropayê werin gotûbêjkirin.

Russia Today eşkere kiriye ku şanda Rûsyayê wê bi nûnerên NATOyê re li ser pêşniyarên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bicive ku ew jî mijarên; devjêberdana fikrê berfirehkirina NATOyê ber bi rojhilat ve, kêşeya endamtiya Ûkraynayê bo NATOyê û avakirina baregehên leşkerî di nav welatên komarên Sovyeta berê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin