PeyamaKurd - Rêveberiya giştî ya perwerdeya Silêmaniyê ji ber berf û sermayê 3 roj bêhnvedan ragihand.
Rêveberiya giştî ya perwerdeya Silêmaniyê ragihand, wan piştî ku bi parêzgarê Silêmaniyê û rêveberiya rewşa hewayê re şêwirîne, gihîştine wê biryarê ku ji ber barîna berfê û daketina pileya germê 3 roj (18,19 û 20ê vê mehê) bêhnvedana perwerdehiyê bidin.
Rêveberiya perwerdeya Silêmaniyê diyar kir, tevahiya ezmûnên şagird û qutabiyan têne paşxistin, roja 25ê vê mehê dibistan vedibin û ezmûn dest pê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin