Riha | Di nav otomobîla sewitî de termê leskerekî Tirk hat dîtin

Riha | Di nav otomobîla sewitî de termê leskerekî Tirk hat dîtin

PeyamaKurd - Li navçeya Serêkaniyê ya bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di nava otombîleke şewitî de termê leşkerekî Tirk hat dîtin.

Li gorî zanyariyên medya Tirk, li taxa Ozbek a Serêkaniyê otombîleke ku park kiribû bi sedemeke nehat zanîn şewitî û piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin û agir vemirandin.

Tîmên agir vemirandinê piştî ku agir vemirandin di nav otombîlê de termê zilamekî dîtin.

Hat zanîn ew term ê çawişê pispor ê bi navê Î.G. bûye û ji bo otopsiyê ji Saziya Bijîşkiya Edlî re hat şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin