Sedema teqîna boriya guhestina nefte ya Herêma Kurdistanê hat eskerekirin

Sedema teqîna boriya guhestina nefte ya Herêma Kurdistanê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Sedema teqîna boriya guhestina nefte ya Herêma Kurdistanê ya bêndera Ceyhan a Tirkiyê, li herêma Pazarçik a bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê, weke berfa zêde hat destnîşankirin.

Şeva Sêşemê 18.01.2021ê boriya guhestina nefte ya Herêma Kurdistanê ya bêndera Ceyhan a Tirkiyê, li herêma Pazarçik a bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê teqiyabû.

Li gor medyaya Tirkiyê belav kiriye, ew teqîn ji ber barîna berfa zêde pêk hatiye. Li herêma Narlî li sînorê pazarçîkê sitûnêkî elektirîkê têk çûye û ketiye ser boriya nefta Herêma Kurdistanê. 

Herwiha ji ber ketina wî stûnê elektirîkê, boriya neftê teqiyaye û agir pêketiye û agir bûye sedema ragirtina çûnûhatinê di navbera Dîlok û Mereşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin