PeyamaKurd – Şaneyek veşartî ya DAIŞê, do êrişî girtîgeha Xiwêranê ya Hesekê kir û li wê derê pevçûnên giran rû dan. Di encamê de, 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
Yekîneyên Antî Terorê do ji bo kontrolkirina rewşê li taxa Xwêran dest bi operasyonê kirin û di operasyonê de, 12 çekdar hatin kuştin.
Li gor zanyariyan, hêzên ewlekariyê 5 ji wan çekdarên şaneyê jî girtine.
Herwiha hat eşkerekirin, çekdaran do 2 sivîl û îro jî du sivîlên din kuştin. Yek serê wî hatiye jêkirin û yek jî bi guleyan hatiye kuştin.
Niha HSDê hêzek mezin biriye wê deverê û şerekî giran heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin