6 wefat û 1463 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

6 wefat û 1463 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 1463 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 6 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 27ê Çile de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 1463 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 836 kes li Hewlêrê, 203 kes li Silêmaniyê, 371 kes li Duhokê, 5 kes li Helebceyê, 44 kes li Germiyanê û 4 kes li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de 6 kesan canê xwe ji dest dan, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 828 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyan bû 403 hezar û 427 kes, ya mirinan gihîşt 7 hezar û 203 kesan û heta niha 378 hezar û 253 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin