PeyamaKurd – Piştî daxuyaniya îro Yekşemê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya derbarê bidawîkirina operasyona ser girtîgeha Sinaa ya Hesekê de, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî daxuyaniyek belav kir.
Hevpeymaniya Navdewletî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser operasyona bo terorîstên DAIŞê ya Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo paqijkirina girtîgeha li taxa Xiwêran a Hesekê û ragihand, girtî ji bo navendeke bihzêkirî û tundkirî hatine veguhestin, ji bo ku rê li ber revîna bêhtir a DAIŞê bê girtin.
Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî (SOJTF-Levant), Isaac Peltier got: "Ev têkçûneke mezin a DAIŞê bû ku di dawiyê de bû sedem ku piştrastî çêbibe girtî di nav navendeke tund de ne û ew dê qet nikaribin jê birevin.”
Herwiha hatiye diyarkirin ku HSDê bi piştgiriya Hevpeymaniyê li derdora girtîgehê kontrola xwe didomîne û hatiye gotin: “Bersiva lezgîn a HSDê ya li hemberî êrîşan û hewldanên wê yên di tevahiya têkoşînê de hejmara qurbaniyan kêm kir. Rewş bi danûstandinan hat kontrolkirin û di encamê de piraniya êrîşkaran teslîm bûn û dîl hatin berdan. Herwiha HSDê serkirdeyên payebilind ên DAIŞê bi awayekî serkeftî girtin.”
Hevpeymaniya Navdewletî destnîşan kir, çekdarên DAIŞê yên birîndar ku xwe radestî HSDê kirin, dema ji bo girtîgeha nû hatin veguhestin hatin dermankirin û nêzîkatiyeke mirovane li wan hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin