PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, piştî hevdîtina ligel hevtayên xwe yên Fînlanda û Swêdê di civîneke rojnamevanî de ragihand, herdu welatan ji bo fikarên Tirkiyeyê yên ewlekariyê sivik bikin gavên berbiçav avêtine û got, ew hêvî dikin di demeke kurt de her du welatan wek endamên NATOyê bibînin.
Blinken piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Fînlandê Pekka Havisto û Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom re diyar kir ku Fînland û Swêd amade ne bibin hevpeymanên NATOyê ku leşkerên herdu welatan li Kosova, Afganistan, Iraq û Lîbyayê bi hêzên Amerîka û NATOyê re xizmetê dikin.
Blinken li ser îdiayên ku Tirkiye pêvajoya endamtiya Fînland û Swêdê dereng xistiye da zanîn, heta niha ti pêvajoya endamtiya NATOyê bi qasî pêvajoya endamtiya van herdu welatan pêş neketiye û got, pêvajo bi awayekî guncaw dewam dike.
Herwiha Blinken anî ziman ku Swêd û Fînlandê hewl didin fikarên Tirkiyê sivik bikin û wiha pê de çû: “Tirkiye di vê pêvajoyê de fikarên girîng ên ewlehiyê anîne ziman û pêvajo ji bo çareserkirina van fikaran bi bandor hatiye bikaranîn. Herdu welatan bi Tirkiye û NATOyê re bi gavên berbiçav re ev fikar çareser kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin