Sarqul Ewsed: Esed ji lihevhatina bi Tirkiyê re hêj dûr e

Sarqul Ewsed: Esed ji lihevhatina bi Tirkiyê re hêj dûr e

PeyamaKurd – Rojanama Erebî ya ku navenda wê Brîtanyaye di nûçeyekî xwe de li ser lihevhatina serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan û serokê Sûriyê Beşer Esed got ku her dû serok ji lihevhatinê hêj dûrin. Di medyayê de gelek caran hat gotin ku Erdoğan dibêje di siyasetê de xeyd çênabe û dibe her wext bi Esed re hevdîtin bike.

Lê serkonsolosê berê yê Amerîkayê yê li Şamê Robert Ford di rojnama Şarequl Ewsed ê de nivîsekî nivîsand û got ku lihevhatina Tirkiyê û Sûriyê hêj gelekî dûr e. Ford ragihand ku tenê Erdoğan û Esed li ser “muxtariyeta Kurda” ji bo heq nedin Kurda lihev kirine.

Ford, behsa hilbijartinên sala 2023an dike, dibêje Beşer Esed li benda hilbijartina Tirkiyê ye û weha dibêje:

“Esed, êrîşa muxalefeta Turkiyê ya ku bi temamî êrîşê siyaseta Erdoğan ya li Sûriyê dike temaşe dike. Partiyên muxalif, banga siyaseta bilez ya ku bi Sûriyê re lihevbikin dikin.

Eger muxalefeta Tirkiyê di meha hezîranê de hilbijartinê qezenc bike, Esed difikire ku bêhtir dikare desteka Tirkiyê ya ji bo muxalefeta Sûriyê ji ortê rake. Ji ber ew wêneya ku Putin dixwest Esed bi Erdoğan re bikşîne, bi nezaket red kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin