PeyamaKurd- Ji aliyê çavkaniyên Îsraîlî ve hat îdiakirin ku heger Îran firokexaneya paytexta Lubnanê ya Beyrutê ji bo dabînkirina çekan bikar bîne, dibe ku ew der ji aliyê Îsraîlê ve were bombebarankirin.
Li gorî îdiayên ketin rojevê, Îsraîla ku her dem bi Îranê re pirsgirêkan dijî, gefan dixwe ku heger rejîma Tehranê Balafirgeha Navneteweyî ya Beyrutê ya Rafic Herîrî ya li Lubnanê ji bo şandina çekan bikar bîne, dê li balafirgehê bide.
Îsraîl pê dizane ku planên Îranê hene Balafirgeha Beyrûtê ji bo "hewildanên nû yên qaçaxçîtiya çekan" bikar bîne.
Li ser vê jî hat îddîakirin ku piştî ku Îsraîl li rêyên ku Îran ji bo sewqiyata çekan li Suriyeyê bi kar tîne xist, rêveberiya Tehranê berê xwe daye Lubnanê û li gorî çavkaniyên navborî, Îsraîl li dijî "hewldanên qaçaxçîtiya çekan" ên Îranê bi rêya firînên sivîlan ji bo Beyrûtê lêkolînan dike.
Çavkaniyên ji Îsraîlê hevdîtinên Serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah ên 2 hefte berê li Suriyeyê bi rejîma Esad re kiribûn, bi van hewilan ve girêdide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin