Gurcistan li Hewlêrê konsûlxaneya xwe vedike

Gurcistan li Hewlêrê konsûlxaneya xwe vedike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku welatê Gurcistanê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê konsûlxaneya fexrî vedike.

Balyozê Gurcistanê Zaza Kandelaki di civîna ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên de got ku ew dixwazin konsulxaneyeke fexrî li bajarê Hewlêrê vekin.

Wezareta Derve ya Iraqê îro 12ê Kanûnê ragihand ku doh Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ofîsa xwe ya Bexdayê pêşwazî li Balyozê Gurcistanê  Zaza Kandelaki kiriye û di hevdîtinê de ji Fuad Husên re gotiye, vekirina Konsulxaneya Gurcistanê li Hewlêrê ji bo welatê wî girîng e, ji ber ku 3 hezar welatiyên Gurcistanê li parêzgehên Hewlêr û Duhokê dijîn.

Hat diyarkirin ku di civînê de pêwendiyên navbera Bexda û Tiflisê hatine gotûbêjkirin û herdu aliyan behsa vekirina deriyekî nû ji bo hevkariya navbera herdu welatan ji bo xizmetkirina berjewendiya herdu aliyan kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin