Amerîka: Hikûmeta Îranê, ji gelê xwe ditirse

Amerîka: Hikûmeta Îranê, ji gelê xwe ditirse

PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price, darvekirina yek ji xwepêşanderan li Îranê Majidreza Rahnavard, nirxand û vê helwesta Îranê ya darvekirina xwepêşandêran bi tundî şermezar kir.

Ned Price, di civîna çapemeniyê ya rojane ya ku li wezaretê hat lidarxistin de li ser darvekirinên xwepêşandêrên li Îranê daxuyanî da û diyar kir ku darvekirina xwepêşandêran, dibe nîşaneya wê yekê ku rêberên Îranê ji gelê xwe ditirsin.

Price got,"Em vê çalakiya dijwar, bi tundî şermezar dikin. Ev çalakiya dijwar a ku di nav raya giştî de bi awayekî eşkere hat kirin, ji bo ku tirs bikeve nav xelkê Îranê hat kirin. Ev darvekirin jî nîşaneya wê yekê ye ku hikûmeta Îranê çiqas ji gelê xwe ditirse.”

Majîdreza Rahnavard ê 23 salî, bi tawanê kuştina 2 endamên Besîc ên Supayên Pasdaran û birîndarkirina 4 endamên milîsên Besîc ên di xwepêşandanên Îranê de bi sizayê darvekirinê hatibû sizadan û di 8ê Kanûnê de li bajarê Meşhedê bi di nav gel de bi awayekî eşkereyî hatibû darvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin