Cenazê Munzur Çem li gundê wî sipartin axê

Cenazê Munzur Çem li gundê wî sipartin axê

PeyamaKurd – Munzur Çem (Hüseyin Beysülen) ku bi xwe Kurdekî elewiye an ku ehlî heqqe, ev çend sale ku bi nexweşîna pençeşêrê re têdikoşiya û li Almanya tedawiya pençeşêrê didît. Munzur Çem, li Almanya li Berlînê koça dawiyê kir. Li Almanya li mala Cemê ya Berlînê bi merasimekî cenazê wî şandin Bakûrê Kurdistanê.

Munzur Çem bi xwe ji xelkê bajarê Çewlikê, ji Xolxolê ji gundê Seterê ye. Cenazê Çem ji aliyê gelek siyasetmedarên Kurd û malbata wî de hat birin ji bo gundê wî. Li gund bi merasimekî sipartin axê.

Munzur Çem li ser ziman û dîroka zimanê Kurdî xebatê kiribû. Weka siyasî ji zûdeye ku dev ji partiyan berdabû xwe dabû ser ziman, wêje û dîroka Kurdistanê. Her weha Çem, di grûba Zazakî de ya bi navê “Vate” de dixebitî û ji bo standardîzekirina ziman xebat dikir.

Di merasima cenaze de serokê grûba “Vate” Malmisanij û biyarê wî axaftin kirin û her weha ji partiyên din yên Kurdistanê kesên axaftin kirin hebûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin