PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li Washingtonê tevlî merasima cenazê senatorê partiya komarî yê dostê Kurd Lindsey Graham bû ku Graham di 11ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû.
Trump, li Katedrala netewî ya Washingtonê, bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu û bi serokê Ûkraynayê bi Zelenskiy re tevlî merasimê bû. Di merasimê de li ser bîranîna senatör Graham serokê DYAyê Trump axaftinekî kir.
Trump got ku ev 10 sale bi Graham re hevaltiya wî ya nêz hebûye, ji hevaltiya wî gelek razî bûye û Graham ji bo parastina welatê xwe xwediyê tewrekî tund ya bazî bûye. Trump ji bo Graham got:
“Heya bixwazî tewrekî wî yê baziyane hebû. Ez vêya bêjim; şerekî ku kêfa wî jê re nehatibû, nedîtibû lê vêya ji bo qenciya welatê me dikir. Zêdetirê 30 sale, li vê payîtextê, bê agahiya Lindsey Graham ti rûdanekî girîng neqewimî. Di dîroka Komariyan de, di rewşa herî awarte de, bê gotina Graham ti pêşniyarekî nebû qanûn.
Hat ragihandin ku piştî merasima cenazê Graham ya li Washingtonê, wê cenaze bibin memleketê wî Karolina ya Başûr û di 29ê Temmûzê de malbata wî jê re merasimekî taybet çêbike û dê wî bi merasim defin bikin.
Graham, bi desteka xwe ya xwurt ya ji bo Îsraîlê û Ûkraynayê dihat naskirin, 1 rojekî berya koça wî li Kievê bi Zelenskiy re civiya bû.
Graham, ji sala 2003an heya niha di senatoya Amerîka de senator bû, bi pêşniyara derxistina “qanûna parastina Kurdan” bi nav û deng bû lê di 11ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da bû.