PeyamaKurd – Siyasetmedarên Kurd ji bo tevlî merasima cenazê Salih Muslim bibin di deriyê Akçakale yê Rihayê de derbasî rojavayê Kurdistanê bûn.
Salih Muslim di 11ê Aadarê de li nexweşxaneyekî Erbîlê ji ber nexweşîna gurçikê jiyana xwe ji dest dabû û wê li bajarê Kobaniyê bi merasim bê definkirin.
Heyeta ji Bakûrê Kurdistanê derbas û Girê Sipî bûn û heyet ji endamên DBP, DEM Partî û TJA yê pêk tê. Heyet piştî Girê Sipî wê herin Kobaniyê. Kesên di nav heyetê de ne ev in:
Leyla Zana, Çiğdem Kılıçgün Uçar, Keskin Bayındır, Tülay Hatimoğulları, Tuncer Bakırhan, Meral Danış Beştaş, Gülcan Kaçmaz, Mehmet Kamaç, Ebru Günay, Gülistan Kılıç Koçyiğit, Sebahat Tuncel, Çetin Arkaş, û Derya Arslan.