Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Salih Muslim weşand

Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê ji bo Salih Muslim weşand

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo koça dawî ya endamê Lijneya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim peyamek sersaxiyê weşand.

Muslim, yek ji damezrînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), di 75 saliya xwe de li nexweşxaneyek li Hewlêrê ji ber têkçûna gurçikan koça dawî kir.

Kurê Salih Muslim, Amed Muslim, ragihand ku bavê wî vê dawiyê li Nexweşxaneya Meryem Ana ya li navçeya Ankawa ya Hewlêrê koça dawî kir.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe ya li ser Xê de derbarê koça dawî ya Salih Muslim de got, "Ez ji bo koça dawî ya wî sersaxiyê ji malbat, xizm û hevalên siyasetmedarê Kurd Salih Muslim re dixwazim û ez xemgîniya wan parve dikim. Ez ji Xwedayê mezin lava dikim ku wî bi bihuştê xelat bike û sebrê bide malbat, xizm û hevalên wî."