Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê: Êrîşên terorîstî ne

Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê: Êrîşên terorîstî ne

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê ji bo şehîdbûna karmendekî Asayîşa Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê di êrîşa dronên Îranê de, peyameke hevxemiyê belav kir û got, êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nerewa û terorîstî ne.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez ji dil û can sersaxiyê ji malbat, xizm, heval û hevkarên şehîd Welat Tahir, karmendê Asayîşa Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê, re dixwazim û ez hevparê xema wan im, ku di encama êrîşên nerewa, zordarane û terorîstî yên li ser Herêma Kurdistanê de şehîd bû.

Xudayê mezin canê şehîd Welat bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide me hemiyan. Ez ji bo birîndaran jî daxwaza çareserbûneke bilez dikim.

Xudayê mezin Kurdistanê biparêze.”