Mesrûr Barzanî êrîşên tevî agirbestê didomîn bi tundî şermezar kir

Mesrûr Barzanî êrîşên tevî agirbestê didomîn bi tundî şermezar kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşên dawî yên li ser Herêmê bi tundî şermezar kir û bi bîr xist, di van êrîşan de 5 kes şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 18ê Nîsanê derbarê êrîşên berdewam ên li ser Herêma Kurdistanê de peyamek belav kir û got: "Em êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundtirîn şêwe şermezar dikin ku her çend em ne aliyekî wî şerî bûn jî, lê belê êrîş di nava çend rojên borî de her berdewam bûn. "

Mesrûr Barzanî, bal kişand ser ziyanên canî yên êrîşên van çend rojên dawî û got: "Tevî ku agirbest û danûstandin hene, lê ji ber êrîşên van rojan, 5 kes şehîd bûn û hejmareke zêde ya welatiyan jî birîndar bûn. Ev yek hewildaneke ji bo têkdana agirbestê û gihandina zirara zêdetir bi navçeya me ye."

Serokwezîr Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku ji bo rawestandina van êrîşan "rêkarên pratîkî" bigire ber xwe û got: "Em careke din tekez dikin ku pêwîst e hikûmeta federal rêkarên pratîkî bigire ber xwe ji bo bidawîanîna van êrîşan. " 

Herwiha Mesrûr Barzanî bang li hevkarên Navdewletî kir û got: "Em daxwazê ji hevkarên xwe yên navdewletî dikin ku amûrên pêwîst ji bo parastina hemwelatiyên Kurdistanê û jêrxana enerjiyê li hember van gefên berdewam dabîn bikin."

Hêjayî gotinê ye, herî dawî doh 17ê Nîsanê bi dronan êrîş li ser kampên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê yên li Herêma Kurdistanê hatibûn kirin, hejmarek sivîl û Pêşmerge şehîd û birîndar bûbûn.