Di serê sar de îdiayeke balkês derket pês

Di serê sar de îdiayeke balkês derket pês

PeyamaKurd- Di şerê navbera Rusya û Ukraynayê ku ji 24ê Sibatê ve berdewam e de geşedanên nû rû didin û îdiyayeke nû ku berê şer biguherîne rewşeke din, li van geşedanan hat zêdekirin.

Li gorî hat diyarkirin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di şerê li dijî Ukraynayê de xwe ji bo pêngaveke nû amade dike. Hat îdiakirin ku Vladimir Putin sibê dê biçe Belarûsê û plan dike ku bi rêya Belarûsê, li dijî Ukraynayê eniyeke nû ya şer veke.

Di ahagiyên derketin pêş de diyar bû ku Serokê Dewleta Rusyayê dê sibê serdaneke neplankirî li Belarusê bike û dê li pişt deriyên girtî bi Serokê Dewleta Belarusê Aleksandr Lukaşenko re bicive û di derbarê vekirina vê eniya şer a li dijî Kievê de biaxive.

Artêşa Belarûsê, beriya demekê çalakî pêk hanîbû û li ser sînorê Polonya û Ukraynayê li pey hev tetbîqat kiribûn. Ev pêşveçûn jî wekî faktorek ku îdîayên eniya nû xurt dikir, hatibû dîtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin