PeyamaKurd – Li Pakistanê li bajarê Bannûyê krîza rehîneyan ji 18 ê mehê heya niha dewam dikir. 48 siete ku krîz dewam dike. Di encamê de hêzên ewlehiyê mudaxele bi krîzê kirin, di operasyonê de 35 kes mirin ku 2 ji wan yên tîmên taybetin û 10 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.
Bajarê Bannûyê li ser sînorê Afxanistanê ye û di 18 ê mehê de 15 çekdar êrîş biribûn ser qereqola bi ser tîmên antî terorê (CTD).
Wezîrê bergiriyê yê Pakistanê Khawaja Muhammed Asif ragiihand ku temamê rehîneyan rizgar kirine û di operasyonê de 33 êrîşker hatine kuştin. Hat ragihandin ku êrîşker yên bi ser Talîbanê ve ne, endamên Tehrîr el Talîbanê yên Pakistanê ne, xwestine Pakistan rêya wan serbest berde da serbest herin Afxanistanê û ji Afaxanistanê derên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin