3 parêzerên Wanê ketin ber êrîsa grûbekî

3 parêzerên Wanê ketin ber êrîsa grûbekî

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê grûbekî parêzer piştî ji dadgehê derketin gûbekî êrîşê wan kir. Parêzerên bi navên Mehmet Sait Bayıt, Sinan İşler û Rojhat Levent Özgökçe ku êrîş çûbû ser wan, bi hinek parêzerên din re li ber avahiya edliyê daxwuyanî dan. Cîgirê serokê baroya Wanê Bayram Baykal, ragihand ku piştî 3 hevalên wan ji edliyê derketine 15 kes êrîşê wan kirine. Baykal weha got:

“Êrîşên ser parêzeran yên ku li mafên xelkê digerin û wan di dadgehan de temsîl dikin, dewam dike. Ji ber li hemberê sûcên weha tedbîr nayên sitendin û ceza nayên dayîn, êrîş bûne weka tiştekî ji rêzê. Eger parêzerekî bikeve doza yekî û ji aliyê xelkê de ew parêzer weka terefê di nav wê bûyerê de bê nîşandan, ne raste.

Di demên dawiyê de li Tirkiyê êrîşên ser parêzeran dewam dikin, tedbîr nayên sitendin û ji ber meqamên rêvebir çav ji êrîşan re digrin, dibe sedema êrîş nû. Êrîş li ber çavê polîsan qewimiye û em ê di derheqê polîsan û êrîşkaran de sûc ragihînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin