PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li ser mercên bo amadebûna muzekereyên Kîev û Moskowê ragihand ku ew naxwaze tenê Tirk û Çînî di danûstandinan cî bigirin.
Macron li ser gotinên xwe yên ku ji hevpeymanên Ewropî bertek hatine nîşandan diyar kir: ‘Ez naxwazim yên di muzakereyan de cî bigirin tenê Tirk û Çînî bin.”
Macron herwiha destnîşan kir ku ew di muzareyên Ukrayna û Rûsyayê de bo dawîkirina şer rijd e, lê diyar kir ku hîn dema dîplomasiyê jî nehatiye.
Herwiha Macron da zanîn ku Rûsya ji destpêkê ve aştiyê naxwaze, tenê teslîmbûnê dixwaze û niha armanca me ya sereke jî stratejiya xweparastina Ukrayna û serfiraziya wê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin