HPGê daxuyaniyek li ser Zapê û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) belav kir

HPGê daxuyaniyek li ser Zapê û Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) belav kir

PeyamaKurd HPGê ragihand, Hêzên Çekdar ên Tirk ji hin herêmên Herêma Kurdistanê ku berê bi cih bûne vekişiyane.

Li gorî daxuyaniya baskê çekdarî yê PKKê HPGê hat diyarkirin, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji hin herêmên ku berê bi cih bûbûn, di çarçoveya "Operasyona Pençe Kilît" ya li herêma Zap-Avaşîn-Basyan a navçeya Amediyê ya Dihokê hat kirin de vekişiyan.

Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat destnîşankirin, Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ji lûtkeya Çiyayê Kurojahro ya Zapê, gundê Saca û derdora wê yên girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê ya Dihokê û herêmên Girê Cûdî û Girê Colemêrgê vekişiyane. Herwiha biryara vekişînê jî weke “şikestinekê” hate binavkirin.

Ji Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) derbarê vekişînê de hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin