Hêzên çekdar ên Îranê: Keştiyeke Îsraîlê li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî hate lêdan

Hêzên çekdar ên Îranê: Keştiyeke Îsraîlê li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî hate lêdan

PeyamaKurd - Hêzên Çekdar ên Îranê ragihandin ku li Bendera Jebel Elî ya li Îmaratên Erebî yên Yekbûyî (ÎM) keştîyeke Îsraîlê hate lêdan.

Daxuyaniyek ji Hêzên Çekdar ên Îranê, ku di medyaya herêmî de hate weşandin, êrîşa li ser keştîyeke Îsraîlê piştrast kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku keştîyeke Îsraîlê li Kanala Jebel Elî ya li ÎMR bi moşekeke krûze ya ji deryayê ve hatî avêtin hate lêdan.

Hat destnîşankirin ku ji ber êrîşa moşekî agir li keştîyê derketiye û şewat hîn jî berdewam dike.