PeyamaKurd- Encûmena Niştimanî ya Kurd a Suriyeyê (ENKS) ragihand ku derbasbûna rayedarên ENKSê ya ji bo Herêma Kurdistanê di ser Deriyê Sêmalka de ji aliyê Rêveberiya Xweser a PYDê ve hatiye astengkirin.
Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya ENKSê de hat gotin ku
“Ji sala 2013an ve serkirdayetiya Herêma Kurdistanê li ser banga ENKSê, Deriyê Sêmalka (Pêşabûr) vekiriye. Li vê derê armanc ew bû ku êş û azarên Kurdan û hemû gelên herêmê ku ji aliyê rejîmê û komên çekdar ve hatine dorpêçkirin, sivik bikin.”
Di dewama daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin ku wan bi gelek aliyên siyasî re ji bo ku deriyê sînor vekirî bimîne, hevdîtin kirine û ew vê yekê wekî beşek ji siyasetê nabînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zextên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li ser ENKSê berdewam in û hat gotin ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di ser deriyê sînorî re rê li ber berpirsên ENKSê û Eniya Aştî û Azadiyê hatiye girtin ku derbasî herêma Kurdistanê bibin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku azadiya çûnehatinê ku yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e, tê binpêkirin û ev pêkanînên PYDê bi tundî hatin şermezarkirin.
Her wiha bi navbeynkariya daxuyaniyê, bang li civaka navneteweyî jî hat kirin ku fişarê li PYDê bikin da ku dawî li van pêkutiyan bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin