Kremlîn: Ev ji bo Rusyayê, nayê qebûlkirin

Kremlîn: Ev ji bo Rusyayê, nayê qebûlkirin

PeyamaKurd- Berdevkê Koşka Kremlînê Dmitriy Peskov, di derbarê sepana buhaya tavan a Ewropa û Amerîkayê ya ji bo enerjiya Rusyayê de daxuyaniyek da. Peskov da zanîn ku ev buhayên hatine diyarkirin, nayên qebûlkirin.

Dmitriy Peskov, di bernameya 'Moskow-Kremlin-Putin' a ku di televîzyona Rossiya-1 de hat weşandin de axivî û diyar kir ku buhayên ku ji bo gaza siruştî û nefta Rusyayê tên sepandin, her çiqas bilind bin jî nayê qebûlkirin.

Berdevk Peskov, di daxuyaniya xwe de li ser serlêdana vî buhayî bertek nîşan da û wiha got:

"Li vê derê pirsa prensîban heye. Di şert û mercên bazarê de destwerdanek di pêvajoya buhakirinê de ye. Heger em îro banek wiha bi comerdî qebûl bikin, sibe em neçar in ku ew sînorê ku zirarê dide berjewendiyên Rusyayê, qebûl bikin."

Peskov, di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ew ê tu carî razî nebin ku pêvajoya buhadayîna di mercên piyasê de bi vî awayî xirab bibe û bê tunekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin