PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve hat ragihandin ku wan guleyên hişyariyê bi ser balafirên bê mirov ên Koreya Bakur ku qada wê ya asîmanî binpê kirine, reşandine.
Rageşiya di navbera Çîn û hevalbendên NATOyê yên li Başûrê Rojhilatê Asyayê û kiryarên Koreya Bakur ên li dijî Koreya Başûr dewam dikin û li ser vê rageşiyê jî ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyanîya ku ji aliyê Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr ve hat dayîn de hat diyarkirin ku wan li dijî balafirên bê mirov ên Koreya Bakur ku qada asîmanî ya wî welatî binpê kirine, hişyar kirine.
Hat diyarkirin ku ji destpêka sala 2022yan ve Pyongyang di 35 hewildanan de zêdetirî 60 moşek havêtine menzîlên cuda.
Ji aliyê din ve jî hat ragihandin ku Fermandariya Koreya Fezayê ya Amerîkî, hefteya borî di nav Hêzên Amerîkî yên Koreya (USFK) yên li Koreya Başûr de hatiye damezirandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin