HDP bû mêvanê general Hafter

HDP bû mêvanê general Hafter

PeyamaKurd – General Hafterê ku li hemberê rêvebiriya Lîbyayê ya niha şer dike, pêşwaziya heyeta HDP ê ya bi serpereştiya parlemnetera Adanayê ya bi navê Tülay Hatimoğulları û heyeta pêre qebûl kir. Hatimoğulları, ragihand ku ew di mijara Lîbya de li hemberê siyaseta Tirkiyê ne û weha got:

“Em siyaseta Erdoğan ya li Lîbyayê ya yekalî qebûl nakin û bi taybetî em peymana behrê qebûl nakin.”

Heyeta HDP ê di hevdîtinê de ragihand ku li hemberê siyaseta Tirkiyê ya ‘Vetenê Şîn’ in, li hemberê peyamana Tirkiyê ya bi Lîbyayê re dertên. HDP di dengdanên tezkerên Lîbya, Iraqê û Sûriyê de û hem li hemberê operasyonên li dijî PKK ê û YPG ê derketibû û di meclisê de bi neyînî deng dabû.

Li Lîbyayê piştî daxistina Muammer Qadafî, hukumeta heyî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî de weka hukumeta rewa tê qebûlkirin. Hukumeta Tirkiyê destekê dide hukumeta Lîbyayê ya niha, SİHA yan, sîstema parastina hewayî û perwerda leşkerî dide hukumeta Lîbyayê. Îmarat, Amerîka, Rûsya û Fransa jî destekê dide Hafter.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin