Di pistperdeya qetilkirina parêzerê Kurd li Efrînê de çi heye?

Di pistperdeya qetilkirina parêzerê Kurd li Efrînê de çi heye?

PeyamaKurd - Çend roj berê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê parêzerekî Kurd ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin ku piştî wê bûyerê Encûmena Niştîmanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) bangewazî li civaka navdewletî kiribû.

Di peyama ENKSê de hatibû gotin: “Parêzer Luqman Hemîd Henan ê temen 45 salî, li pêş mala xwe ya li taxa Al Mehmudiye ya bajarê Efrînê ji aliyê koma Sultan Murad ve roja 20.12.2022yê hat revandin û piştî du roj girtina wî ji kesûkarên wî re hatiye gotin ku wî parêzerî jiyana xwe ji dest daye û dikarin biçin termê wî li nexwaşxaneya leşkerî wergirin, lê cihên îşkenceya hovane li ser bedena wî diyar bûn. Ew jî vê nîşanî me dide ku di bin îşkencê de can daye.”

Li gorî agahiyên gihîştine PeyamaKurdê komên milîs ên Tirkiye piştevaniya wan dike, li Efrînê zilmê li xelkê dikin, xaniyên wan ji wan distînin, darên zeytûnan û bax û bexçeyên welatiyên Kurd talan dikin. Herwiha komên çekdar zarokan direvînin û ji bo berdana wan jî fîdye û bacê li ser xelkê disepînin.

Parêzerê Kurd Luqman Henan, kesekî li ser van binpêkirinan lêkolîn dikir bû û alîkarî dida xelkê ku rastî zilm û kiryarên komên çekdar dihatin. Henan herwiha li ser van mijaran dozên hiqûqê yên parastina xelkê mexdûr jî digirt ser xwe.

“Hat tehdît kirin û piştre jî ew qetil kirin”

Parêzerê Kurd ji ber alîkarî û lêkolînên xwe yên bo mexdûrên komên çekdar çend caran hatiye girtin û bi rêya fîdyeyê hatiye rizgarkirin.

Komên milîs gefên wekî; “Em nebînin ku tu carek din dozan li ser me vekî û giliyê me bikî. Divê tu meseleyên li Efrînê bi gilîkirina rêxistinên civaka medenî re negihînin civaka navneteweyî û bala wan nekişînî ser me.” li parêzerê Kurd dixwarin.

Lê belê Parêzer Henan, ji ber şahidiya xwe ya bûyeran ew gefên wan red dikirin û ji bo kiryarên li Efrînê diqewimin bang li saziyên civaka navdewletî dikir.

Koma Sultan Murad a Tirkiye piştevaniya wê dike, dema vê helwesta parêzerê Kurd dibihîze wî li ber deriyê mala wî direvîne û bi îşkenceyê qetil dike. Piştre jî malbatê agahdar dikin û dibêjin, ‘Werin cenazeyê xwe bibin.’

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Efrînê gelek bûyerên bi vî rengî rû didin û heta niha jî çarenivîsa gelek kesên hatine revandin nediyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin