Plana astiyê ya 10 xalan a Zelensky hat eskere kirin...

Plana astiyê ya 10 xalan a Zelensky hat eskere kirin...

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky plana aştiyê ya ligel Moskowê ku ji deh xalan pêk tê amade kiriye.

Li gorî nûçeya Euronewsê Zelensky cara yekem jî di Lûtkeya G20an de ew deh xalên aştiyê anîne rojevê û ji bo bicihanîna wê jî banga lidarxistina Lûtkeya Navdewletî ya Aştiyê kiriye.

 Di plana aştiyê ya Zelensky ku bi Serokê Amerîka Joe Biden û lîderên ewropî re parve kiriye de 10 xal cî digirin û tê xwestin, ew hemû xalên hatine destnîşankirin bi rêya peymanên navdewletî bên misogerkirin.

10 xelatên pêkanîna aştiya Ukrayna-Rûsyayê wiha ne:


  1. Ewlekariya santralên nukleerî
  2. Ewlehiya xurekê
  3. Ewlehiya enerjiyê
  4. Azadkirina dîlan û sirguniyan
  5. Parastina yekparçebûna Ukraynayê
  6. Vekişîna hêzên Rûsyayê ji nav erda Ukraynayê
  7. Pêkanîna edaletê
  8. Parastin û restorekirina pêgeha ekolojîk û jîngeha Ukraynayê
  9. Pêşîgirtina zêdebûna şer û pevçûnan
  10. Teyîtkirina dawîanîna şer

Zelensky ji bo pêkanîn û misogeriya van hemû xalan jî destnîşan kiriye ku divê peymaneke navnetewî (belgeyeke pabend) ya hemû aliyan îmze kiriye bê ragihandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin