PeyamaKurd – Her sê qurbaniyên êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê, îro tên oxirkirin.
Li gor zanyariyan, îro 3yê Çileya 2023an di saet 12:00an de, her sê qurbaniyên Parîsê Evîn Goyî, Evdirehman Kizil, û Mîr Perwer bi merasîmeke girseyî tên oxirkirin.
Piştî merasîma li Parîsê, wê meytê Emîne Kara bişînin Mexmûrê, meytê Mîr Perwer bişînin Mûşê û meytê Evdirehman Kizil jî bişînin Qersê.
Li Parîsê, roja 23ê Berfenbara 2022an kesekî Fransî 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û berberekî kir û di encamê de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Mîr Perwer, Emîne Kara û Evdirehman Kizil kuştin û 3 kes jî birîndar kirin.
Weke tê zanîn, her sê welatiyên can dane, ji Bakurê Kurdistanê ne. Piştî êrîşê, êrîşkarê 69 salî yê bi navê Williams Mallet hatibû desteserkirin.
Herwiha piştî vê êrîşê, karvedanên mezin li Parîsê hatin û Kurdên nişteciyên Fransayê û beşek ji welatiyên Fransayê, li dijî êrîşê dest bi xwepêşandanê kirin û alozî di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derket.
Şaredariya Herêma 10. a Parîsê piştî êrîşa li dijî Kurdan, ala Kurdistanê li avahiya şaredariyê daliqand û Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgo jî roja 1ê Çile serdana Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir û piştevaniya xwe ji bo Kurdên li Parîsê anî ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin