Li Senatoyê, pistî 100 salan qeyrana serokatiyê rû da

Li Senatoyê, pistî 100 salan qeyrana serokatiyê rû da

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Senatoya Amerîkayê, Meclîsa Nûneran û Komarparêz bi yek ji mezintirîn qeyranên 100 salî re rû bi rû mane. Hat diyarkirin ku tevî ku 3 caran li parlamentoyê dengdan hatiye kirin, dîsa jî serokatiya parlamentoyê nehatiye diyarkirin.

Hat diyarkirin ku ji ber di hersê dengdayînan de jî piraniya dengan nehatiye bidestxistin, dengdana 4an, ji bo roja din hatiye bipaşxistin.

Li gorî zagonên Amerîkayê, heta ku Serokê/a Meclisa Nûneran neyê hilbijartin; Kongre nikare dest bi xebatên xwe bike.

Pêvajoya qanûnî ya nû ya du salan a 118emîn a Kongreya Amerîkayê ku rûniştina xwe ya yekem piştî hilbijartinên navdemê yên 8ê Mijdara 2022yan li dar xist, bi qeyrana hilbijartina serokatiyê dest pê kir.

Hat eşkerekirin ku di 100 salên dawî de cara yekem e ku di Senatoya Amerîkayê de ji ber pêknehatina 3 dengdayînan, serokê/a parlamentoyê nayê hilbijartin.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, gera çaremîn a hilbijartinên serokomariyê ku dubendiya di navbera Komarparêzan de eşkere dike, tê payîn ku rûniştin taloqî piştî nîvrojê bê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin