Efrîn | Navendeke din a Ereban hat vekirin!

Efrîn | Navendeke din a Ereban hat vekirin!

PeyamaKurd Li nêzî bajaroka Cindirêsê ya Efrînê, wargeha ku ji bo bicihkirina Erebên li herêmê hatibû avakirin, ket xizmetê.

Civîna ku ji aliyê komeleya bi navê "Ejnadîn Filistîn" û xêrxwazên Filistînî ve hatiye avakirin, îro hat vekirin.

Parêzer û endamê Desteya Şêwirmendiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyê (PDK-S) Ednan Murad Mistefa ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên rêkeftina navborî kir.

Mistefa got, "Li Efrînê di ser Kuweyt û Qeterê re dest bi înşaatê kirin, zêdeyî 20 kamp ava kirin, dibêjin gundekî mînak in. Niha ev 'Ecnadîn Filistîn' di navbera gundên Dewa û Mihmediye yên rojavayê Cinderesê de ye."

Nêzîkî 700 mal in. Yên li kampê bi cih kirine jî, ji Şam, Filistîn, Kampa Yermûk û Kampa Filistîniyan a li Helebê pêk tên. Çêkirina wê 4 sal berê bi rêya Kuweyt û Qeterê destpê kir. Herî dawî Kuweyt û Qeterê gotibûn 'Êdî em van projeyan fînanse nakin', lê ji mêj ve destpê kiribû û îro hat vekirin. Ji ber vê yekê ew qediyan, "wî got.

Ednan Murad Mistefa diyar kir, ev proje li ser xaka Efrînê tên plankirin û wiha dewam kir:

"Çima van kampan li Idlibê ava nakin? Yanî wek mînak li Idlibê qutkirina daran tune. Ji Efrînê dar dibirin û li Idlibê bi 200 dolarî difiroşin. Yanî her tişt li ser me Kurdan e. projeyên netewî yan jî projeyên mezhebî li ser Kurdan tê cîbicîkirin, lê mixabin em Kurd hîn ne bi hev re ne, hîn jî nizanin em ê çi bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin