PeyamaKurd – Meytê Mîr Perwer ku di êrîşa Parîsê de, bi Evîn Goyî û Abdurrahman Kizil re hatibû kuştin, li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê, di bin bergiriyên ewlehiyê û qedexeyan de hat veşartin.
Meytê muzîkjenê Kurd Mîr Perwer ji bo bê veşartin, do di 5ê Çileyê de gihişt bajarê Mûşê û girseyeke welatiyan jî ji bo merasîma definkirina wî, li ser rêya gundê Dêra Ewrê ya ser bi Gimgima navçeya Mûşê amade bûn.
Hemû rêyên derdora gund û goristana ku Mîr Perwer lê hat definkirin, ji aliyê hêzên ewlekariya Tirkiyê ve hatibûn girtin û rê nehat dayîn ku welatî û endamên malbatê jî beşdarî merasîma definkirinê bibin.
Herwiha piştî ku meytê Mîr Perwer hat definkirin jî dorpêça li derdora gund û goristanê berdewam kir û rê nehat dayîn ku welatî û endamên çapameniyê biçin ser goristanê û li welatiyên xwestin têkevin gund jî ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve destwerdanên tund hatin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin