Demîrtas: HDP, ne komele ye ku pistgiriya namzetan bike

Demîrtas: HDP, ne komele ye ku pistgiriya namzetan bike

PeyamaKurd- Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, daxuyaniya Pervîn Buldan a li ser 'Em ê bi namzetê xwe têkevin hilbijartinê.' got ku “HDP partiyeke siyasî ye, ne komele ye ku piştgiriyê bide namzedê ku li ber çavan nayên girtin.”

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan, duh di axaftina xwe ya li Kongreya Qersê ya partiya xwe de gotibû, “Em ê namzetê xwe yê Serokomariyê di demeke herî nêz de bi gelên Tirkiyeyê re parve bikin. Ango HDP dê namzetê xwe destnîşan bike, namzetê xwe diyar bike û bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê.”

Li ser van gotinên Buldan ên ku bûn rojev, Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê daxuyanî da.

Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku daxuyaniya Pervîn Buldan siyaseta partiya fermî ya HDPê ye û nabe şaş were dîtin û got:

“HDP beriya niha gelek caran ragihandibû ku ew ji bo tawîzê li ser namzedê hevbeş vekirîne û ew ê amadekariyên xwe yên ji bo diyarkirina namzetê xwe bê navber berdewam bikin.”

“Ji vê helwestê rewatir û asayîtir tiştek tuneye”

Demîrtaş di daxuyaniya xwe de got, “Heger bloka din a opozîsyonê ji bo diyarkirina namzetekî hevpar an jî li ser prensîbên namzetê bên lihevkirin, plana serdana HDPê û diyalog û muzakereyên vekirî neke, helbet dê HDP bi hilbijêran re rû bi rû bimîne. Bi namzetê xwe re ji vê asayîtir, rewatir helwestek tuneye.

Di rewşeke wiha de em ê bi hemû hêza xwe li pişt namzetê partiya xwe rawestin û ji bo serkeftinê çi ji destê me bê, em ê bikin. Jixwe HDP partiyeke siyasî ye, ne komeleyeke ku piştgiriyê bide namzetekî ku kes guh lê neke.

HDPê ji bo namzetê hevpar çi ji destê wan hat kirin û wekî ku birêz Buldan di daxuyaniya xwe de diyar kiribû, derî bi temamî negirtin. Berpirsiyarî û îradeya din a pêngavê di bloka din a opozîsyonê de ye. Di encamê de HDP bi girtina biryarên xwe li gorî pêwîstiyê û rast bipêş dikeve."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin