PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropa (YE) ji ber piştgirî û alîkariya Rûsyayê di şerê Ukraynayê de, amadekariya sepandina dorpêçên nû li ser herdu welatên Îran û Belarûsê dike.
Berdevkê Komîsyona YEyê Peter Stano, ragihand ku wê ji ber piştevaniya Rûsyayê, li ser hejmarek sazî û kesên Belarûsî biryara dorpêçan bê dayîn.
Peter Stano got: "Em ê sepandina dorpêçan li ser welatên piştevaniya şerê nerewa yê Rûsyayê dikin, bidomînin. Ne tenê Belarûs, Îran jî daxilê vê ye.”
Stano diyar kir ku biryarên li ser dorpêçên nû her tim têne nûkirin û da zanîn ku hevdîtinên li ser sepandina dorpêçan ji ber ku veşarî têne kirine, ew nikare hurgiliyên wan bide.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen jî nava hefteyê dema îmzekirina danezana hevbeş a NATO-YEyê ragihandibû ku ew dê fişara li ser Kremlînê zêde bikin û gavên nû ji bo sepandina dorpêçan li ser welatên piştevaniya leşkerî li Rûsyayê dikin bavêjin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin