PeyamaKurd- Rayedarên Îranê ragihand ku balafirên şer ên Su-35 ên ji Rusyayê hatine kirîn, dê di nav 3 mehan de radestî Tehranê bên kirin.
Daxuyanî, ji aliyê Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Îranê Şehrîar Heyderî ve hat dayîn. Heyderî, ji Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê re axivî û di derbarê alavên pîşesaziya parastinê yên ku dê ji Rusyayê bên de agahî dan.
Heyderî, li ser hûrgiliyên radestkirina van alavan wiha got:
"Balafirên şer ên Su-35 ên ku Îranê ji Rusyayê xwestibû, dê serê sala bê (li gorî salnameya Hicrî Şemsî ji 21ê Adarê dest pê bike) bigihîjin Îranê.”
Her wiha di salên borî de nûçeyên dihat gotin ku Îran dê ji Rusyayê balafirên şer ên Su-30 bikire, ketibûn rojevê, Fermandarê Hêza Hewayî ya Artêşa Îranê Hemîd Wehîdî jî di Îlona 2022yan de di daxuyaniyekê de gotibû ku
“Em ê ji Rusyayê Su-35an bikirin, lê kirîna Su-30an ne di rojevê de ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin