PeyamaKurd – Li bajarê Entabê (Gaziantep) li navça Şirinevler 2 malbatên ku di navbera wan de berê arîşe hebûn, di serî de munaqeşe kirin û paşî bi sîlihan lihev xistin. Li ser agahdarkirina polîsan, polîs çû ciyê bûyerê lê di encamê de dîtin ku Uğur Çeliktop (33), Yılmaz Kıranşal û Kenan Kıranşal li ciyê bûyerê can dane. Nigar Kıranşal û Leyla Çeliktop jî birîndar bûn.
Cenazê her 3 kuştiyan ji bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya bajarê Entabê. Piştî otopsiyê wê cenazan bidin malbatên wan.
Kujerên bûyerê reviyan û hêzên asayîşê hewl didin da wan bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin