PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, ew bi biryar in ku di pêşerojê de hinardekirinê zêdetir bikin.
Serokwezîr beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê bû, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de eşkere kir:
“Di kêmtirî 9 mehan de me alîkariya berhemên nû yên Kurdistanê kir ku derbasî supermarketên çar welatên Kendavê bibin. Ez bi biryar im ku rêyên me yên bazirganiyê yên nû yekalî bikim, bêtir hinarde bikim û di warên din ên wekî banking, enerjî û teknolojiya darayî de veberhênan bikim. Hevkarên me wê alîkariyê bikin."
Mesrûr Barzanî ji bo Korbenda Aborî ya Cîhanî ku roja 16ê Çile destpê kiriye û heta 20ê Çile berdewam dike, li Davos a Swîsreyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin