Di operasyona PKK/KCK ê de 3 kes xistin binçav

Di operasyona PKK/KCK ê de 3 kes xistin binçav

PeyamaKurd – Li bajarê Kurdistanê li Bedlîsê û li Îstenbolê tîmên cendirmeyan di heman wextê de avêtin ser hinek kesan û 3 kesan xistin binçav. Parêzgeha Bedlîsê ragihand ku operasyon ji aliyê wê de hatiye meşandin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku di encama sitendina agahiyan de operasyonê kirine û tesbît kirine ku 3 kes endamên rêxistinê ne ku alîkariyê dane rêxistinê.

Operasyon îro hatiye kirin û di navnîşanên sê kesan de telefon, flaş û kartê hafizayê hatine girtin lê di wan alavan de tiştekî ku sûc teşkil bike heye an neke nayê zanîn. Fermana binçavkirina wan ji aliyê serdozgeriya bajarê Bedlîs a Kurdistana bakûr de hatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin