PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rusyayê Mariya Zaharova, bi rêya daxuyaniyekê bertek nîşanî helwesta ku li Swêdê li dijî ola Îslamê rêzdarî hat kirin da û diyar kir ku rêzgirtina li olan, bi belgeyên navneteweyî pesendkirî ye.
Mariya Zaharova, di daxuyaniyê de bertek nîşanî şewitandina Qurana Pîroz a ji aliyê Rasmus Paludan a li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Swêdê da.
Mariya Zaxarova, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî daxuyaniyên helwesta Swêdê û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ên di derbarê şewitandina Qurana Pîroz a li Swêdê û çalakiya provokatîf da û got,
"Ez dixwazim bi bîr bînim ku rêzgirtina ji baweriyên olî, ne biryarek vebijarkî ye, mecbûriyek e.”
Zaharova, di daxuyaniyê de bal kişand ser biryarên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Civata Ewropayê, û Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê yên li dijî bêhurmetî û cudakariya civatên navneteweyî û got,
“Li gorî van belgeyan, dev ji şewitandina pirtûka pîroz a Misilmanan berdin, kes ne xwedî maf e ku li dijî xwederbirînê û ol baweriyê, gotinên rexneyî bibêje û gotinên biçûkxistinê bi kar bîne, ev bi awayekî zelal eşkere ye. Stoltenberg, çima ji vê yekê bê agahî ye? Lewra Rojava, kesên wiha kêm perwerdekirî li Ewropayê dihavêje qonaxên îşarkirî. Rêvebirina wan hîn hêsantir e, ev yek dibe alîkar ku piraniya Ewropiyan, bên manîpulekirin.”
Stoltenberg, li ser mijara bêrêziya li dijî Qurana Pîroz daxuyaniyek dabû û gotibû ku “Ev yek dikeve nav azadiya derbirînê û ne dijyasayî ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin