Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive.

Fermangeha Medya û Zanyarî diyar kir, îro Çarşemê 1ê Sibata 2023an, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive.

Herwiha hat eşkerekirin ku karnameya civînê ji van mijaran pêk tê: Birgeya yekem, li ser pêşkêşkirina bernameya danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê ye, ku ev ji aliyê serok û endamên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê têne pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di birgeya duyem de mijara bazara kaxezên darayî yên li Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin.

Di birgeya dawî de jî Serokê Dîwana Encûmena Wezîran mijara çareserkirina kêşeya desteberiya bankî ya projeyên rawestiyayî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin