PeyamaKurd – Piştî erdheja Meraşê ku li 10 parêzgehan bandor bû, ekîbên Almanyayê yên ku ji bo xebatên lêgerîn û xelaskirinê çûn herêmê, piştî ku peywira xwe temam kirin vegeriyan.
Nêzî 100 kesên ku ji ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê yên girêdayî Rêxistina Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Navneteweyî (ISAR) û Ajansa Alîkariya Teknîkî ya Federal a Almanyayê (THW) pêk dihat, dema vegeriyan li ser rêyan bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Endamên tîmê ku beriya hefteyekê bi du balafirên cihê yên bi kûçikên lêgerîn û xelaskirinê yên taybet perwerdekirî û bi bêhnê hestiyar ji bo dîtina kesên di binê kavilan de çûn û li navçeya Kirikhan a Hatayê xebitîn, li balafirgehê hatin çepikandin, demên hestiyar dem bi dem li balafirgehê hatin jiyîn.
Hat diyarkirin ku tîmên alîkariyê li herêma lê dixebitîn, 4 kesên ku bi saxî ji bin xirbeyan derxistin.
Operasyona rizgarkirina navborî ji televîzyonê hate weşandin û doktor Daniel Lankersê ji tîma rizgarkirinê ku gotibû, “Daniel li vir e Zeynep Xanim, netirse” di bîra her kesî de ma.
Lankersê ku di nava ekîba vegerê de cih girt di daxuyanîya ku da de wiha got: "Serma ye, mirov hewl didin xwe ji sermayê di bin betanîyan de biparêzin. Ez rêzê ji wan kesan re digirim. Her kes ji bo ku malbat û hezkiriyên xwe ji bin xirbeyan rizgar bikin xebitîn. Me jî piçekî alîkarî da wan. Ew mirovên pir xurt in."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin