Zelenskiy: Em xwe ji bo êrîsê amade dikin

Zelenskiy: Em xwe ji bo êrîsê amade dikin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di peyama xwe ya vîdeoyî ya şeva borî de ragihand ku ew hewil didin ji bo êrîşa ku li dijî artêşa Rusyayê amade dikin, çekên zêdetir û bi bandor bidin artêşa Ukraynayê.

Volodimir Zelenskiy, di Civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê de ku li Brukselê ya di bin serokatiya Amerîkayê de hat lidarxistin de axivî.

Zelenskiy diyar kir ku di civînê de ji bo Ukraynayê hin biryarên girîng hatin girtin û wiha got:

"Ev civîna nehemîn a bi vî rengî ye. Ji bo parastina dewleta me, xurtkirina leşkerên me biryareke din a xurt hat dayîn. Zêdetir pergalên parastina hewayî ji hêla hevkaran ve hatin pejirandin. Zêdetir tanq hatin pejirandin.”

Volodimir Zelenskiy diyar kir ku ew di çarçoveya şerê Rusya û Ukraynayê de li welatê wî xwe amade dikin ku êrişî artêşa Rusyayê bikin û got,

"Em bi hemû hêza xwe hewil didin ku ji bo êrîşê zêdetir çek, çekên dûr û dirêj û hêza zêdetir bidin leşkerên xwe û xwe amade dikin."

Zelenskiy bi bîr xist ku piştî erdhejên navenda Mereşê, tîmên lêgerîn û xilaskirinê şandine Tirkiyeyê û wiha dewam kir:

"Ji tîma rizgarkirinê ya ku li Tirkiyeyê dixebitin, nûçeyên gelek baş hene. Piştî erdheja 9 roj şûnde jinek bi saxî hat rizgarkirin. Tîmên me yên hawarçûnê, ew ji bin xirbeyan derxistin û radestî tîmên tenduristiyê kirin. Gelek girîng e ku di her şert û mercî de hêviya xwe wenda nekin û têkoşîna jiyanê berdewam bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin