PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, îro (16ê Kanûnê) li Enqereyê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barracks kir.
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên Wezareta Karên Derve hatine wergirtin, di civînê de Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê jî amade bûye.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û bi taybetî rewşa Sûriyeyê danûstandin kirin. Heta niha derbarê hûrgilî û encamên civînê de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.